Aktîvîsta Sûdanî: Pevçûna herî xirab a di dîroka jinan de ya Sûdanê ye
Aktîvîsta mafên jinan a Sûdanî Thuwaiba Jalad pevçûna Sûdanê weke "Pevçûna herî xirab a di dîroka jinên Sûdanê de" bi nav dike. Thuwaiba Jalad wiha dibêje: "Li dijî binpêkirinan hewcedarî bi hişmendî, hevkarî û zayînê heye."
HENAN HERÊT
Mexrib – Di Nîsana 2023’an de di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûn destpê kirin. Ji destavêtina sîstematîk bigre, heta revandin û kuştinê, binpêkirinên li dijî jinan zêde bûn. Serhildana Sûdanê di hişmendiya gelek jinên Sûdanê de xaleke guherînê nîşan da. Jinên Sûdanî ji bo berxwedanê kapasîteya awarte nîşan dan, tevî hewildanên dûrxistin û biçûkxistinê jî bêdeng nebûn.
'Ev pevçûn di dîroka jinên Sûdanê de ya herî xirab e'
Çalakvana mafên mirovan a Sûdanî Thuwaiba Jalad ku li Qatarê bicîh bûye, ezmûna xwe ya mafên mirovan wek pêvajoyek kombûyî ya ku ji rastiyek tund a siyasî û civakî vedigire bi nav dike. Thuwaiba Jalad koçkirina xwe ya ji Sûdanê ne biryara wek ferzek bi darê zorê pênase dike û wiha dibêje: "Li Sûdanê gelek jinan di nava rejîmeke dîktatorî de çavên xwe vekirin. Pirsgirêkên jinan di nava jîngeheke siyasî ya zordar û civaka kevneperest de herî dawî di rojevê de bûn. Ev şer û pevçûn di dîroka jinên Sûdanê de ya herî xirab e. Ev binpêkirin tenê li herêmên şer pêk nehatin, derbasî bajarên bi ewle jî bûn. Di nebûna dewletê û paşketina rêxistinan de jinan xwe li ber çarenûseke nediyar dîtin û di bêdengiyê de êş kişandin.
Înîsiyatîfa "Wenda" windabûn û berxwedanê belge dike
Thuwaiba Jalad însiyatîfa "Wenda" ji bo belgekirina bûyerên wendakirin û kuştina bi zorê ya di dema şer de pêk tên, da destpêkirin. Thuwaiba Jalad wiha axivî: "Însiyatîfa me niha bûye yek ji mezintirîn platformên li ser medyaya civakî. Em di alîkariya malbatên ku çarenûsa zarokên wan ne diyar in de bi serketin. Înîsiyatîf ne tenê xebatek belgekirinê ye, ew berxwedanek e li hember tepeserkirina rastiyê û hewldanek ji bo parastina bîra kolektîf a civaka Sûdanê ye jî. Ev xebat tevî girîngiya xwe jî bê destwerdana saziyên herêmî û navneteweyî nikare bighîje armancên xwe."
‘Jin pireya berxwedan û ragihandinê ye’
Thuwaiba Jalad tevî ku ji welatê xwe dûr e jî, ji doza xwe dûr neketiye. Thuwaiba Jalad ji bo ku balê bikşîne ser rewşa Sûdanê, xwe gîhandiye jinên çar aliyên welatên Ereban. Thuwaiba wiha got: " Facebook platformek sereke ye ji bo belavkirina nûçeyên mexdûran, bi taybetî ji ber reşkirina medyayê li ser trajediya jinan a li Sûdanê. Însiyatîfa "Wenda" karîbû heya astekê benda bêdengiyê bişkîne. Belgekirin gava yekem a li ser rêya edaletê ye. Di demeke ku dengê Sûdanê di platformên navneteweyî de tuneye, divê jin hem li hundir û hem jî li derveyî welat, xwediyê hêza berxwedanê bin. Jin her demê nîşan didin ku ew ji berxwedan, însiyatîf û avakirina pirên hevgirtinê mezintir in. Tecrûbeyên jinan ruhê piştevaniyê di navbera sînoran de nîşan da."
'Cûdahiya ziman li pêşiya ragihandinê ne asteng e'
Thuwaiba Jalad destnîşan kir ku li herêmê tevî astengiyan jî avakirina torên hevgirtinê di navbera jinan de gengaz e û got: "Em pirsgirêkên civakî yên wekhev, çandek hevpar parve dikin û bi heman zimanî jî diaxivin. Digel ku ziman li hin welatên Kevana Afrîkayê astengî ye jî, vê yekê tu carî pêşî li hevalbendiyên bihêz negirtiye. Ji ber ku hevgirtina rastîn sînorên zimanî derbas dike. Mixabin îro platformên medyaya civakî yên dîjîtal bûne qadeke ku dengê jinan tê xeniqandin, îfadeyên kesên rizgarbûyî tên jêbirin û binpêkirin tên tarîkirin. Pêdiviya me bi medyayeke azad heye ku ji vegotina rastiyan netirse û derfetê bide jinan ku êş û serpêhatiyên xwe bînin ziman."
'Jin bi jiyanê ve girêdayî ne'
Thuwaiba Jalad nêrîna xwe ya ji bo pêşeroja Sûdanê ya li gor rewşa heyî jî bi van gotinan anî ziman: "Hemû gelê Sûdanê ji ber pevçûnên ku rû didin bi tirs û fikar in. Ji ber ku rûbirû bi binpêkirinên tund re dimînin. Piştî ku şer bi dawî bibe dê kêşe hebin, bi taybetî ji ber ku deverên mîna Darfur hê jî di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ne. Tevî van hemûyan jî baweriya ku em di nava gelan de dibînin, hêviyê dide. Jinên ku tevî rastî destdirêjiya zayendî tên dîsa jî jiyana xwe didomînin, diçin ser kar û têkoşîna jiyanê didin. Ev jî îsbat dike ku di şert û mercên herî dijwar de jî bi jiyanê ve girêdayî ne."
'Pêdivî bi hişmendî hevkarî û zanînê heye'
Çalakvana mafên mirovan a Sûdanê Thuwaiba Jalad di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tiştên ku divê bên kirin û wiha got: "Femînîzma cîhanî ajandayên xwe hene, lê em wek jinên herêma xwe, xwedî pêşiyên cuda ne. Divê em dozên xwe biafirînin û bi rê ve bibin. Guhertin divê ji aliyê me ve were. Ji ber ku yên ku pêk tînin em in. Pêdiviya me bi hişmendî, hevkarî û zanînek zêdetir heye."